Nebin yek, heta ku hûn nemînin(!)

'' Di facebookê an yên weke wê de, her roj di odeyek bi deh kesan sohbetkirin, xwe tatmînkirinê pêve ne tiştek e. Heger hûn wan zanyariyên xwe bi sedan, bi hezaran, heta bi milyonan re parve bikin, ma wê ne baştir be? ''

24.05.2025, Cts - 09:22

Nebin yek, heta ku hûn nemînin(!)
Nuçe Belav bike

Ji bona azadiya welatekî weke Kurdistanê, hêz û qawet, dîplomasî, danûstendin pêwîste. Ew jî di rêya rêxistiniyê re derbas dibe. Ji rêvebirên partiyên siyasî bêtir, rewşenbîr, kesên siyasî, dîrokzan, hunermen, nivîskar û helbestvan hene. Piraniya wan ji karê rêxistiniyê dûr, her yek bi serê xwe deryayek in.

Lê çi demê vana hemî hêz, qawet, zanîn û pênûsa xwe bikin yek, aha wê demê wê him welatê xwe azad bikin û him jî dê  bibin desthilatê xwe. Ew ji min baştir dizanin ku bê rêxistinî dê tu welat nikaribe xwe azad bike. Xweşî û şahiyê bîne welatê xwe.

Heger ew canik û camêrên ji karê rêxistinê dûr in û karên baş dikin. Bi pênûsa xwe ronahiyê dirijînin ser erda Kurdistanê. Heger yêkitiyek neteweyî pêknînin, gunehên wan dê ji yên rêvebirên partiyên siyasî ne kêmtir be.

Di facebookê an yên weke wê de, her roj di odeyek bi deh kesan sohbetkirin, xwe tatmînkirinê pêve ne tiştek e. Heger hûn wan zanyariyên xwe bi sedan, bi hezaran, heta bi milyonan re parve bikin, ma wê ne baştir be?

Îro rewşa bakur û rojavayê Kurdistanê berbi Lozana dudan de diherike. Yên serê cihoka avê vekiriye, Evdila û partiyên wî ne. Ew jî di bin kontrola dagirkerandene.

Ji xwe, roja damezrandina pkk ji bona îroda bû. Hemî kesên hêja û xebatkar vê rewşê baş dizanin ku  welat bi rêxistiniyê azad dibe. Rêxistinî hêz û qawet e. Ji hev nebelavbûn û yekrêziya gel e. Madem ku hûn vê baş dizanin, çima hêzên xwe nakin yek? Aqilmendiya xwe bixin emrê gelê xwe ya rêxistiniyê.

Ma em hemî nizanin ku heta hêza me û yekdengiya me pêk neyê, wê ji bona tunebûna kurdan hemî cûre lîstik bêne lîstin? Ma hûn nizanin ku îro rewşa gelê me pir bi zelalî berbi tunebûne ve dihare? Yên milet ji vê karesetê azad bike, tenha yekdengiya hêzeke xurt ya Kurd û Kurdistanî ye.

Bawer nakim ku li vê cîhanî ji nava tu miletên kolonî weke Kurdistanê ronakbîr û rewşenbîr derketine. Lê dîsa bawer nakim ku tu rewşenbîr û ronakbîrên welatê kolonî weke yên Kurdistanê, bê rêxistinî mane.

Sed sal in ku em weke milet bindestin. Ev bindestî êdî bûye perçak ji jiyana me. Loma em nikarin azadiya xwe û ya welatê xwe di karê bêrêxistiniyê de bibînin.

Serbixwebûn mafê herkesan e, lê li hember dîrokê hesabdayîn jî dê bibe para herkesan. Nabe ku welat wêran û xelk perîşan bin, rewşenbîr û ronakbîrên me jî her yek li ser banê xwe bi bengekî tenê biqîrin. Ew deng dê di nava gel de belav nebe.

Deng jî, qêrîn jî bi hêz û qawetê dibe, qawet jî bi karê rêxistinî dibe. Bê rêxistinî, bêdengî ye, zeîfî ye. Di welatekî kolonî de şexs  nikare bibe deng û rengê gelê xwe. Lê wan şexsên hêja û zana, yekitiyekê bixuliqînin aha wê demê dê bibin deng û rengê welêt.

Lozaneke din ku ji ya ewil xerabtir tê serê gelê me. Piştî salên şiştî ev projeya tunebûna kurdan hatiye danîn. Xalên projeyê roj bi roj, gav bi gav li ser serê hemî kurdistaniyan pêk anîbûn. Piştî azadiya başûrê kurdista îro agirê mezin li bakur û rojavayê Kurdistanê pêxistine.

Rewşenbîr û ronakbîrên vê dibînin û xwe bi hêz û qawet nekin, gunehê wan ji yên herkesan bêtire. Ji ber ku yên deng û reng didin civatê ew bi xwe ne. Ew hêz û qaweteke mezinin. Yên desthilatan diguherin ew bi xwe ne. Loma divê em û milet qîmet û rûmeta rewşenbîran baş bizanibin û divê ew jî bi berpirsiyariyên xwe ve rabin.

Lê tercîha karê rêxistinî karekî sexsî û li gor daxwaza kesan e. Kes nikare kesan bi zorê bike  endamê rêxistinekê. Lê divê herkes erk û berpirsiyariyên xwe jî bînin cih. Li bakurê Kurdistanê siyaset qirêj bû ye. Yên dikarin welat ji vê qirêjiya derxin, tenha rewşenbîr in.

Divê herkes li ked û bedelên dane bifikirin. Bifikirin da ku zarok û nebiyên me jî weke me bi salan di bin nîrê dagirkeran de neperçiqin û nelanin. Nalîn û êşên wan dê bibe sedema ji me aciziya wan. Ev ê jî bibe nehezarkirina me ji aliyê wan de.

Ji bona ku nebiyên me nebêjin, bav û bapîrên me ji me re welatekî azad nehiştine, divê em bi hevre kar bikin da ku welatekî azad û serbixwe ji bona wan damezirînin. Ew jî bi yekitiya nava me û bi hêzbûna me dikare bê çareserkirin.

Heger em weke kurdên bakurê Kurdistanê ji pkk bi qawetir û bi hêztirbana, wê îro wan ê her tişt weke xwe nekiribana. Dost û dijmin wê hesabê me jî kiribana. Lê mixabin rewşa niha zelal e. Tê dîtin ku rojev di destê wan de ye. Çawa dixwazin weha dikin. Em jî tenê temaşe dikin.

Bûbê Eser

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x