Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya Radyoyê Dengê Amerîkayê de ragihand ku çekên ku Amerîkayê dane me nakevin destê PKKê.

13.05.2017, Cts - 13:01

Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê
Nuçe Belav bike

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya Mehmet Sumerê Radyoyê Dengê Amerîkayê de ragihand ku tu sedemeke ku Tirkiye ji bo dana çekan xwe aciz bike tuneye, lewma çekên ku Amerîkayê dane me nakevin destê PKKê.

Salih Muslim di hevpeyvîna xwe de got: "Ev cara yekemîn e ku Amerîka ji xeyrî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) YPGê muxetab digire. Tim pêwendî bi HSDê re çêdikir heta niha rasterast pêwendî û alîkariya wê ji bo YPGê çênebibû. Ev gaveke derengmayî bû, lê di encamê de gaveke erênî ye."

Muslim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Tu pêwendiya YPGê bi PKKê re tuneye, lê grûbeke kurd e. Hêza parstina Rojava ye. Ew grûbeke aîdî Rojava ne û di nava HSDê de cih digire. Heta dibe di pêşerojê de di nava hêza Sûriyeyê de cih bigire. Me gerantî daye Amerîkayê ku wê çek nekevin destê PKKê."

Hevserokê PYDê di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Zêde em tevlî mijarên leşkerî nabin, lê em gerentiya vê didin. Em bi xwe muhtacî çekan in û ji bo alîkariyê em çekan dixwazin ma em ê çawa van çekan bidin hinek rêxistinên din. PKK mijareke din e, li gorî wê rêbaz û metodê wê hene, lê wê tucarî çek nekevin destê PKKê. Bawerim yên ku çekan didin jî wê tedbîrên vê bigire. Wê gerentiyeke maqul bistînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1811 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x