YPG li ser îdiayên Artêşa Sûriyeyê axivî

Berdevkê YPGê yê Efrînê Birûsk Heseke li ser îdiayên hêzên girêdayê Artêşa Sûriyeyê di nav çend saetan de wê bikevin Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ev îdia rastiyan nadin nîşandan, lê eger derbarê mijarê de pêşveçûnek çêbibe em ê ji rayagiştî re ragihînin.

19.02.2018, Pts - 12:49

YPG li ser îdiayên Artêşa Sûriyeyê axivî
Nuçe Belav bike


Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dewam dike. Herwiha hat îdiakirin ku Artêşa Sûriyeyê û YPG li ser Efrînê li hev kirine û di çend saetên pêşiyame de wê komên girêdayê Artêşa Sûriyeyê bikevin Efrînê. Li ser mijarê Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behced Ebdo ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku niha li ser mijarê naxwazin biaxivin û eger tiştekî çêbibe dê HSDê derbarê mijarê de daxuyaniyek bide. Berdevkê YPGê yê Efrînê Birûsk Heseke jî ji peyamnêrê Sputnikê Hikmet Durgun re axivî û eşkere kir ku ev îdia ne rast in, eger pêşveçûneke çêbibe ji rayagiştî re dê ragihînin.

Heseke wiha pê de çû: "Eger lihevkirineke di navbera me û Artêşa Sûriyeyê de çêbibe em ê bi daxuyaniyeke fermî ji rayagiştî re ragihînin û em ê ji rayagiştî veneşêrin. Eger tiştek wisa hebe em dibêjin artêş ketiye Efrînê."

Herwiha Serokê Komîteya Efrînê Behced Ebdo jî eşkere kir ku şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiyeyê û şervanên YPGê de dewam dikin. Niha Artêşa Tirkiyeyê ji ber ku nikare pêşve biçe, giranî operasyonên hewayî pêk tîne. Heta niha ti pêşveçûneke berbiçev ên Artêşa Tirkiyeyê tine ne, tenê gundê ser sînor ketine bin kontrola wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x