8 navçeyên li bajarên Kurdan dikarin bibin parêzgeh

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) 25 navçeyên ku dikarin bi nifûs û taybetiyên xwe yê din bibin parêzgeh eşkere kirin.

27.02.2024, Sal - 14:29

8 navçeyên li bajarên Kurdan dikarin bibin parêzgeh
Nuçe Belav bike

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) 25 navçeyên ku dikarin bi nifûs û taybetiyên xwe yê din bibin parêzgeh eşkere kirin.

Di nav wan de 8 navçeyên Bakurê Kurdistanê hene.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) îro hejmara navçeyên ku dikarin bi hejmara nişteciyan û taybetiyên xwe yên din bibin parêzgeh eşkere kirin.

Ji bo parêzgehbûnê 8 krîterên hene û yek ji krîterên serekî yên parêzgehbûnê hejmara nifûsê ye.

Divê ji bo ku bajarek bibe parêzgeh divê herî kêm 100 hezar nifûsa wê hebe.

Piştî nifûsê divê herî kêm 30 kîlometreyan ji parêzgeha niha dûr be û şertên wê yên civakî û aborî û jêrxaneya wê temamkirî be.

Herwiha ji aliyê çandî û dîrokî ve jî divê krîterên pêwîst hebin.

Li bajarên Kurdan:

Navçeya Siwêregê ya Rihayê bi nifûsa 250 hezar û 100 kesan

Navçeya Erdîşê ya Wanê bi nifûsa 173 hezar û 203 kesan

Navçeya Elbîstanê ya Mereşê bi nifûsa 142 hezar û 783 kesan

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi nifûsa 133 hezar û 908 kesan

Navçeya Erxeniyê ya Amedê bi nifûsa 126 hezar û 824 kesan

Navçeya Kolikê ya Semsûrê bi nifûsa 120 hezar û 378 kesan

Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi nifûsa 112 hezar û 826 kesan

Navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi nifûsa 108 hezar û 242 kesan dikarin bibin parêzgeh.

Navçeya Qoserê ya Mêrdînî jî tevî ku nifûsa wê ji 100 hezarî zêdetir e, ji ber ku di navbera wê û navenda Mêrdînê de ji 30 kîlometreyan kêmtir heye nikare bibe parêzgeh.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:52:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x