Ahmet Turk bangewaziya Enqerê kir

Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, ji bo pêvajoya çareseriyê, bangewaziya Enqerê kir.

21.03.2017, Sal - 12:47

Ahmet Turk bangewaziya Enqerê kir
Nuçe Belav bike

Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û bal kişande ser pêwîstiya diyalogê û herwiha got: “Em wisa dizanin ku pirsgirêk bi diyalog û bi hişmendiya hevpar têne çareserkirin.”

Ahmet Turk li hikûmetê bangewazî kir ku cardin pêvajoya çareseriyê were destpêkirin û got: “Werin em li çarçoveya ramanên ku Birêz Ocalan di Newroza 2013an de danî holê, ji nû ve zemîna aştiyê pêk bînin.”

Turk li ser referanduma guhertina Destûra Tirkiyê jî diyar kir: “Ji bo kurdan wateyeke din a vê referandumê heye.”

Herwiha got: “Gelo emê li hember wehşeta Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê bêjin Erê? Divê em referandumê bi van ramanan pêşwazî bikin û dengên Na zêdetir bikin. Ez bawer dikim, kesên ku bajarên Kurdistanê wêran kirin û siyasetmedarên kurd diavêjin zindanan, li hember dîrokê hesaba wê yekê dê bidin.”

Ahmet Turk bal kişande ser Rojavayê Kurdistanê jî û got: “Ji bo ku serkeftinên kurdan ji holê rakin, seranserê Kurdistanê di bin êrîşan de ye. Li Minbicê, li Babê, li Rojava ji bo ku siberoja kurdan tarî bikin, zexteke mezin û tevgerên nemirovî dikin.”

Herwiha Turk li ser pêwîstiya yekîtiya kurdan got: “Eger em yekîtiya xwe pêk neynin û bi hişmendiyeke hevpar pirsgirêkên xwe çareser nekin em dê li hember dîrokê berpirsyar bin.”

Weke din Ahmet Turk di axaftina xwe de destnîşan kir: “Gelê kurd, tevî hemû zilm û zordariyan serê xwe li hember zilmê natewîne.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1558 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:28:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x