Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk diyar kir, hêviya wî tine ye ku pirsa kurdî çareser bibe.
Ahmet Turk ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û destnîşan kir, nebaweriya kurdan li hember desthilatdariya Tirkiyê zêde bûye û dibe ku pêvajoyên dijwartir werin jiyîn.
Siyasetmedarê Kurd amaje bi yekê kir, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan siyaseta xwe ya bêdengkirina kurdan dê bidomîne û aşkere kir, ku hêviya wî ya çareseriyê nemaye.
Ahmet Turk got: “Di vê mijarê de hêviya min pir tine. Tiştên ku heta niha kiriye, divê mirov weke nîşaneya kiryarên wî yên siberojê bibîne.”
Herwiha Ahmet Turk aşkere kir, ku kurdan weke tine hesibandin, li dijî rastiyên îro û li dijî vê demê ye û got:
“Eger ramaneke wekhev hebe, pirsgirêka kurdan bi pêkvejiyan bi gelê tirk re nîne. Lê divê demokrasî were bicihanîn û divê êdî heq û hiqûqê kurdan were qebûlkirin.”