AhmetTurk: Piştî hilbijartinan PKKê şaş kir

Ahmet Turk derbarê pêvajoya aştiyê de rexne li PKKê digre û radigihîne, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê şaşî bû ku PKKê dest bi şerî kir.

26.02.2017, Paz - 08:43

AhmetTurk: Piştî hilbijartinan PKKê şaş kir
Nuçe Belav bike

Ahmet Turk derbarê pêvajoya aştiyê de rexne li PKKê digre û radigihîne, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê şaşî bû ku PKKê dest bi şerî kir.

Şaredarê Mêrdînê yê jikar hatiye derxistin Ahmet Turk îro di hevpeyvîneke xwe de da zanîn ku, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê tê zanîn Serokomarê Tirkiyê pêvajoyê bidawî anî, lê ji aliyê Kurdan ve jî PKK şaş kir ku ji nişka ve dest bi şerî kir. Turk got, divê ji bo zelalbûna rewşa pêvajoyê PKK hinek sebir bikira.

Ahmet Turk got, ew çûn Qendîlê û peyama Rêberê PKKê Abdulah Ocalan ji rêveberên PKKê re ragihandin. Rêveberên PKK jî diyar kiribûn, ew ê ji bo aştiyê biryara Abdullah Ocalanî bicih bînin. Lê ji nişka ve şer dest pê kir.

Ahmet Turk dibêje, ew nizane biryara şer kê girt û ji bo çi hate girtin. Heta niha jî ew ji vê mesleyê bi gûman e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x