Akademisyenên kurd ji kar hatin dûrxistin

Li Tirkiyê di çarçoveya 3 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) de ligel hin akademisyenên din komeke akademisyenên kurd jî ji kar hatin dûrxistin.

07.01.2017, Cts - 06:20

Akademisyenên kurd ji kar hatin dûrxistin
Nuçe Belav bike

Desteya Wezîran a Tirkiyê derengê şevê 3 KHKên nû yên bi numareyên 679, 680 û 681ê derxistin. Di vê çarçoveyê de 83 komele û weqif hatin girtin, 4 hezar û 386 kes ji kar hatin dûrxistin.

Di heman çarçoveyê de 649 akademisyen jî ji wezîfê hatin girtin ku di nava wan de akademisyenên ‘belavoka aştiye' îmze kiribûn û navê wan weke ‘Akademisyenên Aştiyê' dihat naskirin.

Di nava wan akademisyenan de ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Cuma Çîçek, Selim Temo, Razaman Pertev û ji Zanîngehên Mûş, Munzur, Bîngol û yên bajarên kurdan akademisyenên kurd jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x