Parlementerê HDPê Altan Tan radigihîne, Diviyabû HDP bi dengekî bilind li hemberî siyaseta PKKê derketiba.
Parlementerê HDPê Altan Tan radigihîne, Diviyabû HDP bi dengekî bilind li hemberî siyaseta PKKê derketiba.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya “Milat” de, rexneyên giran li PKKê û siyaseta wê girt. Tan diyar kir ku “PKK ne ji bo çareseriyê. Ji bo astengkirina çareseriyê şîdet û çek bikar tîne.”
Altan Tan di hevpeyvîna xwe de tîne ziman, ku “Çareserî dê her pêk were, ji derveyî vê ti rêyek din tune ye. Lê bikaranîna çek û tundiyê PKK dibe asteng. Diviyabû HDP bi dengekî bilind li hemberî siyaseta PKKê derketiba.”
Parlementerê HDPê Altan Tan got jî: “HDP bi xwe bûye qurbanê siyaseta şer, ji ber vê egerê diviyabê di asteke bilind de HDPê li dijî siyaseta PKKê deng derxistiba”.