Amed: Li ser Narîna winda daxuyanî hat dayîn

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim li ser Narîna winda daxuyaniyek da.

28.08.2024, Çar - 12:48

Amed: Li ser Narîna winda daxuyanî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Herî dawî dema ji kursa Quranê derketiye hatiye dîtin.

“Em gelekî nêzîkî encamê ne”

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim ragihand ku di destê wan de delîl hene û got:

“Me gav bi gav her tişt qeyd kiriye, em gelekî nêzîkî encamê ne.

Di destê me de delîlên girîng hene, em dê wî bibînin.”

Kesek hat desteserkirin

Li hêla din, di roja 8an a lêgerîna wê de kesek hat desteserkirin lê hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x