Artêşa Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wan li herêma Besta ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kirine.

21.01.2023, Cts - 12:09

Artêşa Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir
Nuçe Belav bike

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an artêşa wî welatî li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de 871 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar in ku ji 67 tîmên cuda pêk tên.

Sala borî jî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi navê “Eren-Dorpêç –Zivistan” hatibûn destpêkirin ku heta niha berdewam in.

26 Kanûna 2022an jî Artêşa Tirkiyê operasyonek bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-19” li Herêma Besta dabû destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:44:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x