Artêşa Sûriyê li Rojava hêza jinan ava dike

Hikûmeta Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzeke çekdar a jinan ava dike. Navê wê hêza çekdar ku Sûriye hewla damezrandina wê dide, 'Xensa' ye.

01.02.2017, Çar - 07:34

Artêşa Sûriyê li Rojava hêza jinan ava dike
Nuçe Belav bike

Şaxê Partiya Bais li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi serperştiya Serokatiya Komîteya Ewlekariyê li parêzgeha Hesekê Elî Ziyab, ji bo damezrandina hêzeke çekdar a jinan a ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, hewl didin.

Li gorî zanyariyên, Sûriyê navê wê hêza çekdar a jinan kiriye, 'Hêza Xensa' û ji bo wan xûleke (dewlreyeke) rahênan û perwerdeya leşkerî jî vekiriye.

Di qonaxa yekem de, Hikûmeta Sûriyê û Partiya Beis a Sûriyê 140 jinên ji rûniştvanên Qamişlo û gundewarê derdora wê di nava wê hêzê de wergirtine.

Endamê Serkirdatiya Qutrî ya Partiya Beis a Sûriyê, Xelef El-Miftah ku berî çend heftiyan serdana Qamişlo û Hesekê kiribû, pêştir di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de aşkere kiribû, ew dê li parêzgeha Hesekê, piştgiriyê bidin hêzên leşkerî yên ser bi Artêşa Sûriyê ve.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Artêşa Sûriyê ji bo jinên di Hêza Xensa de, xûleke rahênan û perwerdehiya leşkerî li gundê Hamo yê nêzîkî bajarê Qamişlo vekiriye û jinên gundê navborî û gundên derdorê tevli rahênanên leşkerî bûne.

Çekdareka Hêza Xensa ya ser bi Artêşa Sûriyê ve ku beşdarî di xûla li gundê Hamo de kiriye, di dauxyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em hêzeke piştevaniyê ji bo Artêşa Erebî ya Sûriyê ne, di şerê şeref û rûmetê de. Di encamdana vê porojeya niştimanî de, ez spasiya hevalê emîd rukin Elî Ziyab Serokê Komîteya Ewlekariyê dikim.”

Li gorî zanyariyan, ew 140 Jin li ser destê efser û serbazên fewca 54 a Artêşa Sûriyê li başûrê Qamişlo pwerwerdeya leşkerî dibînin.

Piştî çalakiyên siyasî yên Partiya Beis li deverên Rêveberiya Xweser, Partiya Beis êdî çalakiêyên çekdarî jî bi serbestî li deverên Rêveberiya Xweser pêk tîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x