Baroya Êlihê xwest derbarê îhmalkariyên lehiyê lêpirsîn were despêkirin

Baroya Êlihê ji Serdozgeriya Komarê xwest derbarê îhmalkariyên lehiyê de lêpirsînê bide despêkirin.

21.11.2023, Sal - 17:50

Baroya Êlihê xwest derbarê îhmalkariyên lehiyê lêpirsîn were despêkirin
Nuçe Belav bike

Li Êliha Bakurê Kurdistanê pêr şev piştî baraneke gur li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.

Li wan taxan beşeke cade, kolan, mal û dikanan di bin avê de man.

Li taxa Seyîdan jineke 54 salî ya bi navê Lalîxan Gulerê û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û canê xwe ji dest da.

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses û Sekreterê Giştî Sabih Ozer derbarê lehiyê dest bi lêkolînan kiribû.

Erkan Şenses piştî lêkolînan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku pêwîst bû şaredariya Êlihê destûr nedaba ku li kêleka çem mal bêne avakirin.

Şenses got ku eger ew mal bê destûr in jî divê bihatana mohrkirin.

“Hişyarî tenê têrê nake”

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses:

“Taybetmendiya desthilata xwecihî ew e ku hemwelatiyan tevî nerazîbûna wan jî biparêze. Pêwîst bû şaredariya Êlihê planek daniya û li ser wê bingehê xelk ji wan deveran veguhasta. Eşkere bû ku tenê hişyarî têrê nake.

Şenses herwiha tekez kir ku “karesatên xwezayî ne qeder e” û got:

“Xemsarî bû sedema mirina 4 kesan. Divê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê kes û saziyên xemsar de dest bi lêpirsînê bike.”

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses herwiha beşdarî bultena Rûdawê jî bû û dubare got, Cihê ku xanî lê hatine avakirin rêya avê ye û şaredarî berpirse vê karesata çêbûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x