Baroya Rihayê li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Baroya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyek belav kir.

12.10.2023, Per - 06:10

Baroya Rihayê li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Baroya Rihayê di daxuyaniya xwe de got:

“Em êrişên ku tê îdiakirin li dijî cihên jiyanê û sivîlan tên kirin qebûl nakin û şermezar dikin.”

Artêşa Tirkiyeyê ji 4ê Çiriya Pêşîn ve Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Sûriyeyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi balafir û dronan bombebaran dike.

Li gorî berpirsên HSDyê sivîl dibin armanca van êrişên Tirkiyeyê û cihên wan ên niştecihbûnê û jêrxana sivîl tê armanckirin.

“Em qebûl nakin û şermezar dikin”

Baroya Rihayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku erkê dewletan ew e di şert û mercên herî zehmet de jiyana sivîlan biparêzin û got:

“Yasayên navxwe û navdewletî di şert û mercên herî zehmet de ferman dikin ku di qadên operasyonan de ji bo parastina sivîlan tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Eger îdia rast bin em êrişên ku tê îdiakirin, li dijî cihên jiyanê û sivîlan tên kirin, qebûl nakin û şermezar dikin.”

Baroya Rihayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Ev bûyerên tundûtûjiyê yên wiha di demekê de ku pirsgirêkan çareser nakin, eşkere ye ku dibin sedema kûrbûna pirsgirêkan.

Em ji bo parastina mafê jiyanê derbarê van êrişên ku li sînorê bajarê me pêk tên û tê îdiakirin ku dibin sedema mirinên sivîlan, bangî hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku bên ser xetê.

Em banga xwe ji bo bidawîanîna van êrişên li diîj mafê jiyanê dubare dikin.”

Çi bûbû?

Li gorî çavkaniyên ser bi Rêveberiya Xweser, ji 4ê Cotmehê ve di êrişên Tirkiyê de, 45 kesan canê xwe ji dest daye.

Ji kesên ku canê xwe ji dest daye 35 ji wan endamên Asayîşê, 10 sivîl, 2 zarok û 1 jî jin e.

Herwiha 50 kes jî birîndar bûne ku 30 ji wan endamên Asayîşê, 18 sivîl, 5 jin, 3 zarok û 2 ji wan jî şervanên Encûmena Leşkerî ya Siryanî ne.

Ev yek ji bilî armancgirtina bînasazî û jêrxana sivîl, bîrên petrolê û wêstgehên enerjiyê ku bûye sedema bi dehan milyon dolar zererên madî jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x