Baydemir: Bila Rûsya beşdarbûna kurdan di konferansên Sûriyeyê de misoger bike

Parlementerê HDPê Osman Baydemir ji Spûtnîkê re teqez kir ku çi gotûbêjên Sûriyeyê bêyî beşdarbûna kurdan werin lidarxistin, ew dê bi ser nekevin û dê ti bipêşketinê jî pêk neyênin û bangî Rûsyayê kir ku rola xwe bilîze daku beşdarbûna kurdan misoger bike.

16.02.2017, Per - 13:11

Baydemir: Bila Rûsya beşdarbûna kurdan di konferansên Sûriyeyê de misoger bike
Nuçe Belav bike

Duh çarşemê Hevseroka PYDê Asya Ebdullahê teqez kiribû ku kurd amade ne di civînên Cenevreyê de cih bigirin lê dîsa jî nehatine vexwendin.

Baydemir derbarê mijarê de wiha axivî: Mixabin, civînên Astana û Cenevreyê kêm in. Divê her kes baş têbigihêje ku heta kurd beşdar nebin, hemû gotûbêj û civînên ji bo Sûriyeyê mehkûmî têkçûnên û dê bi ti awayî bi ser nekevin. Mixabin, Tirkiye roleke mezin di civînên Sûriyeyê de dilîze û bahêle kurd li ser maseya gotûbêjan rûnên."

Ji aliyê din ve, Baydemîrê ku di civîna Moskowê ya bi navê "Têkoşîna ji bo bibandorbûnê li Rojhilata Navîn: Rewşa heyî û encamên muhtemel" de bangî Rûsyayê kir ku beşdarbûna kurdan di civînên aştiyê yên Sûriyeyê de misoger bike.

Nûnerên kurdên Sûriyeyê beşdarî qonaxa duyem a civînên Astanayê nabin ku roja çarşemê di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar de dest pê kiribû.

Herwiha roja sêşemê Berdevka Nûnerê Taybet ê NYyê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mistura Yara Şerîf teqez kiribû ku civînên Cenevreyê dê di 23ê Sibatê de dest pê bikin.

Heta niha nûnerên birêveberiya Rojavayê tev li civînên Cenevreyê nebûne ji ber Tirkiye û dijberiya Sûriyeyê li dijî beşdarbûna wan derketibû. Rûsyayê her daxwaz kiriye ku nûnerên kurd jî di civînan de beşdar bin.

Baydemir axiftina xwe wiha dewam kir: Daxwazeke me ya mezin ji Moskowê heye ku roleke giring di pêkanîna aştiyê li tevahiya Rojhilata Navîn de bilîze û herwiha rola xwe bilîze daku kurd mafên xwe yê wekhevî û dadmendiyê jî bi dest bixin. Em gelekî dixwazin ku Rûsya roleke erênî bilîze daku gotûbêjên aştiyê careke din di navbera kurdan û Hikûmeta Tirkiyeyê de dest pê bikin."Gotûbêjên serkeftî di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de di sala 2013an de dest pê kiribû û di encamê de bo 2 sal û nîvan agirbest hatibû ragihandin.
Di Temûza 2015an de, şer carekî din di navbera Tirkiye û PKKê de dest pê kir.
Konferansa duh li paytaxta Rûsya Moskowê ku derbarê guftigokirina rewşa kurdên çar aliyan e li Prezîdend Otelê hatibû lidarxistin. Gelek nûner û şexsiyetên kurd û partiyên çar aliyan tevli vê konferansê bûn.

Parlamenterên HDPê Osman Baydemir û Dilek Ocalan, Parêzer Ebrû Gunay, Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, Serokê Meclisa Biêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Parlamenterê YNKê Ezzat Sabir Îsmaîl, Parlamenterê Goran Şêrko Hama Amîn, Birevebirê Yekgirtû Îslamî Xelîl Îbrahîm Muhammed, nûnerê PJAKê Ehwen Çiyako û hin siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên saziyên ramanê di vê konferansê de cih digirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x