Bedlîs - Bi ser mala jina ku revandibû de girt: Ew jî di nav de 3 kes kuştin

Li navçeya Motkanê ya parêzgeha Bedlîsê kesekî bi navê Cîhan Oral bi ser mala jina ku beriya salekê revandibû de girt û ew jin jî di nav de 3 kes kuştin.

09.03.2024, Cts - 12:01

Bedlîs - Bi ser mala jina ku revandibû de girt: Ew jî di nav de 3 kes kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan Cîhan Oralê ku xelkê Mûşê ye beriya salekê tevî ku zewicîbû jî jineke bi navê Ayşe Înceyola ji navçeya Motkana Bedlîsê revand.

Piştî derbasbûna salekê malbata Înceyolê keça xwe vegerande mala xwe.

Li ser vê yekê Cîhan Oral şeva borî bi çekê bi ser malbatê de girt û Ayşe Înceyol, bav û birayê wê, bi giştî 3 kes kuştin û dayika wê jî birîndar kir.

Dayîka birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Motkanê hat veguhastin lê hat ragihandin ku rewşa wê ne baş e.

Piştî bûyerê êrişkar Cîhan Oral reviya û heta niha jî nehatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x