Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a kurdên êzdî ye.
Kurdên êzdî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor , wek Cejna Sersalê pîroz dikin.
Dînê êzdî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a kurdên êzdî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.
Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên kurdên êzdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.
Di Cejna Çarşema Sor a kurdên êzdî da em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser kurdên êzdî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.
Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzdî bêne alandin dê biryarên teybet bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xwe îdare kirina herêmî ya kurdên êzdî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin garantîyê.
Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzdî pîroz dikin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)