Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade duh 17ê Nîsanê di bersiva pirseke K24ê de got, ew hêvî dike ku Amerîkî bi xwestekeke rastîn ji bo rakirina dorpêçên li ser Îranê, were ser maseya danûstandinan.
Xetîbzade her wiha hêvî dike ku Kurdistanê aştî, aramî û pêşketinê bibîne û got: “Herêma Kurdistanê dosteke pir baş a Îranê ye û pêwendiyên me yên piralî yên pir baş hene.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 16ê Nîsanê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hatin gotûbêjkirin.
Herwiha, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin(K24)