Beriya hilbijartinan li dijî HDPê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin

Li paytexta Tirkiyê Enqerê beriya hilbijartinan rêvebirên HDP û KCDê jî di nav de derbarê 25 kesan de biryara zeftkirinê hat derxistin û 7 ji wan hatin hatin desteserkirin.

23.06.2018, Cts - 09:17

Beriya hilbijartinan li dijî HDPê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Polîsan îro danê sibehê li Enqerê rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) jî di nav de, derbarê 25 kesan de biryara zeftkirinê hat derxistin û 7 ji wan hatin desteserkirin.

Di nava kesên ku hatin desteserkirin Hevberdevka HDKê ya Enqerê Fatma Kiliçarslan û Fatih Kiliç, Dinçer Dag, Mehmet Baytekin, Sidar Goksu, Bariş Delil û Cemal Demir jî hene.

Li gorî zanyariyên berdest bi hinceta ku dê ‘di hilbijartinên serokomarî û parlementeriyê de çalakiyên provokatîf lidar bixin' derbarê 25 kesan de biryara destgîrkirinê hatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3486 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:36:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x