Bayram Bozyel careke din wek Serokê Giştî yê PSKê hat hilbijartin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li Diyarbekirê bi dirûşma "Çareseriyeke Federal ji bo Pirsgirêka Kurd" lidar xist. Di kongreyê de, Bayram Bozyel careke din bi yekdengî wek Serokê Giştî hat hilbijartin.

17.06.2025, Sal - 12:37

Bayram Bozyel careke din wek Serokê Giştî yê PSKê hat hilbijartin
Nuçe Belav bike

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro 16ê Hezîranê di daxuyaniyekê de balav kir, “PSKê roja 15ê Hezîrana 2025an, 4emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Amedê li dar xist. Kongre bi dirûşma sereke "Çareseriyeke Federal ji bo Pirsgirêka Kurd" û bi beşdariyeke berfireh birêve çû.

Diyar kir jî, nûnerên gelek partiyên siyasî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê û saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûn. 

Li gorî daxuyaniya partiyê, hola kongreyê bi posterên serokên Kurd û alên Kurdistanê hatibû xemilandin. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan û bi xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" dest pê kir.

Di beşa hilbijartinê ya kongreyê de, Serokê Giştî yê heta niha Bayram Bozyel, bi yekdengî careke din ji bo serokatiya partiyê hat hilbijartin. Herwiha, endamên nû yên Meclisa Partiyê jî hatin destnîşankirin.

Di kongreyê de derbarê rewşa siyasî û xebatên pêşerojê yên partiyê de hin biryarên girîng hatin girtin û ji gelek partî û kesayetan peyamên pîrozbahiyê gihîştin PSK'ê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x