Çawişê pispor ku li Colemêrgê bû sedema mirina zarokekî, hat berdan

Çawişê pispor ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi lêdana bi wesayîta zirxî li zarokê 5 salî yê bi navê Erdem Aşkan bûbû sedema mirina wî, bi şertê kontrola dadî hat berdan.

09.06.2023, Cum - 05:53

Çawişê pispor ku li Colemêrgê bû sedema mirina zarokekî, hat berdan
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya malpera Duvar, parêzerê malbatê Omer Faruk Aşkan diyar kiriye ku dadgehê zarokê 5 salî wek sûcdar nîşan daye û bi hinceta "Çima zarok rêya peyayan bi kar neaniye" zarok Erdem Aşkan wek "sûcdarê eslî" nîşan daye.

Parêzer Omer Faruk Aşkan diyar kiriye, rapora ku hatiye amadekirin alîgiriya çawişê pispor dike û got: “Rapora ku hatiye amadekirin bi temamî alîgir e. Raporeke wisa ye ku cihê wê di ti wijdanekê de tune ye. Karmendên ku îdia dikin ku leza wî 60 bû, vîdeo temaşe kirin, dîtin ku zarok çend metre bi erdê ve diçe, lê dîsa jî raporeke alîgir hat amadekirin.”

Li gor zanyariyên ku Parêzer Omer Faruk Aşkan ragihandine, şofêrê wesayîtê çawişê pispor, bi qedexeya derketina derveyî welat, heftane avêtina îmzeyekê û bi wergirtina belgenameya wî ya şofêriyê, serbest hatiye berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x