Di rûniştina ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hatiye kirin de, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn.
Zeydan bi îdiaya “hewldana alîkariya rêxistina terorê” dihat sûcdarkirin.
Zeydan, tev li danişînê nebû. Parêzerê dosyayê Mahsunî Karaman xwe ji dosyayê vekişand û li ser vê yekê Mehmet Emîn Aktar weke parêzer tev li dosyayê bû.
Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê de zêdetirî sedî 50 deng wergirtibû û bûbû şaredarê Wanê. Lê bi hinceta ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê nîne, pesendname nehatibû dayîn. Piştî xwepêşandanên mezin, komisyona Bilind postê serokatiya şaredarîyê radestî Abdullah Zeydan kir.