Cîgirê Hevserokê DBPê Firat hat girtin

Hat ragihandin ku Cîgirê Hevserokê DBPê Seydî Firatê ku 2 roj berê li Amedê hatibû binçavkirin, ji tohmeta 'endametiya rêxistinê' hat girtin.

29.12.2016, Per - 08:19

Cîgirê Hevserokê DBPê Firat hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya DBPê, Cîgirê Hevserokê partiyê Seydî Firat, bi hincetên ne cidî hate girtin. DBPê di peyama xwe de got: "Girtina wî polîtîkayeke bêdengkirinê ya xwedî armancên siyasî ye. Ev ne êrîşa destpêkê ya desthilatdariya şer e û em dizanin ku wê ne ya dawî be.

Lê em careke din destnîşan dikin bi zext û zilmê tu desthilatdarî bi ser neketine. Em careke din dibêjin hewldanên desthilatdariya şer ên ji bo tinekirina rêxistinên mûxalefetê ji qada siyasetê, wê bê encam bimînin. Tevgerên siyasî yên pêvajoyên bi vî rengî baş dinasin, wê têkoşînên xwe bi rengekî herî xurt bidomînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x