Colemêrg: Mamosteyeke ciwan mirî hat dîtin

Cîgira Rêveberê Mala Mamosteyan a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê Mîran Alturk di mala xwe de mirî hat dîtin.

18.05.2023, Per - 14:09

Colemêrg: Mamosteyeke ciwan mirî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer li Xaniyên Tekserê yên Taxa Sumbulê pêk hatiye.

Cîgira Rêveberê Mala Mamosteyan Mîran Alturk a ku ji Colemêrgê ye û bi tena serê xwe dijî, piştî malbat û hevalên wê demeke dirêj ji wê agahî wernegirtin polîs agahdar kirin.

Tîmên polîs ên ku çûn mala wê û dîtin ku Alturk li erdê ye, yekser agahî dan tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê yên ku piştî agahdarkirinê çûne cihê bûyerê, diyar kirin ku jina ciwan canê xwe ji dest daye.

Piştî lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê, cenazeya mamosteya ciwan ji bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat birin.

Li ser mirina Cîgira Rêveberê Mala Mamosteyan Mîran Alturk lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x