DBP'ê derbarê erdheja Kurdistanê de daxuyanî da

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro derbarê erdheja ku şevê din li Kurdistanê pêkhatî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

13.11.2017, Pts - 08:09

DBP'ê derbarê erdheja Kurdistanê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya DBPê di derbarê erdheja ku li Herêma Kurdistanê ku bi rêjeya 7.3'yan de çêb3u ye de dibêje; "Ji ber erdheja ku şevê din li dor saet 21.00an ku navenda wê başûrê rojavayê bajarê Helebçe yê Kurdistanê ye û di pîleya 7.2 an de ye em gelekî xemgîn bûne. Agahiyên ku heya niha hatine ber destê me ew in ku mixabin bi sedan hemwelatiyên me canê xwe ji dest dane. Tirsa me ya herî mezin ewe ku hîn bêtir kes jiyana xwe ji dest bidine. Em bang li gelê xwe yê li Kurdistanê û bi taybetî li yên Ewropa dikin ku piştgiriya gelê me yên li derên ku erdhêj li jiyaye bikin. Roja roja yekîtîyê û parvekirinên êşa gelê me ye."

"Em êşa gelê xwe yê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi kûrahî dijîn û em dibên rehma Xwedê li kesê mirî û ji kesên birîndar re jî şifayên xêrê dixwazin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x