Derbarê 30 siyasetmedarên Kurd de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê nêzîkî 30 siyasetmedarên Kurd de lêpirsîn dan destpêkirin. Siyasetmedarên ku derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, di navbera 13-18ê Gulanê de li Ewlekariya Amedê li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê îfade dan.

18.05.2018, Cum - 17:08

Derbarê 30 siyasetmedarên Kurd de lêpirsîn hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê nêzîkî 30 siyasetmedaran de doz vekir ku di nav wan de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek, Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşîtî, Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydogmuş, cîgirên Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Hasan Dagtekin, endamên Encûmena Navendî ya Rêveberiya PAKê Vahit Aba, Mustafa Kalhan, Hanifi Turan, endamên Encûmena PAKê Salih Kaplan, Suleyman Aliş, siyasetmedarên Kurd Fuat Onen, Yaşar Abdulselamoglu, M. Celal Baykara, Eşref Çakan, Ali Kizilay, Sitki Zîlan jî hene.

Siyasetmedarên ku derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, di navbera 13-18ê Gulanê de li Ewlekariya Amedê li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê îfade dan.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi hincetên ku "xebatên derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de organîze kirine, li ser serxwebûnê axivîne û derbarê Efrînê de daxuyanî dane û li ser medyaya civakî parve kirine" lêpirsîn dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x