Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê mayinên ku nehatine rakirin metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan çêdikin.
Li Dêrsimê 10 hezar û 557 mayinên bejahiyê yên nehatine rakirin li ser jiyana welatiyan gefeke mezin in.
Husên Elî Kaçar sala 1995an li gundê Haguyê yê Dêrsimê pê li mayinekê kiribû û lingekî xwe ji dest dabû.
Kaçar diyar kir ku dewlet ne di xema canê kesekî de ye, tenê li berjewendiya xwe dinêre.
“Kî dimire bila bimire, ew tenê li mal û pereyên xwe dinêre”
Husên Elî Kaçarê ku pê li mayinê kiriye got, “Min li herêma Were Eskotuyê pez diçêrand.
Haya min jê tinebû ku ew der herêma mayinkirî ye.
Min pê li mayinê kir. Ji wê rojê heta îro ez bi vî awayî ji pêyê xwe êşê dikişînim.
Dewlet ne dewlet e. Dewlet mirovan seqet dike.
Kî dimire bila bimire, ew tenê li mal û pereyên xwe dinêre.”
Li Dêrsîmê herî dawî sala 2019an Nûpeldaya 4 salî û Ayazê 8 salî ji ber teqîna mayinekê canê xwe ji dest dabû.
Lê ne tenê li Dêrsîmê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê nêzîkî 850 hezar mayin hene ku divê bên rakirin.
Li Bakurê Kurdistanê 850 hezar mayinên bejahiyê hene
Seroka Baroya Dêrsimê li ser mayinên ku heta niha nehatine rakirin wiha axivî:
“Kelûpelên teqîner ên wek mayinên bejahiyê hatine diyarkirin li ser erdnîgariya me metirsiyeke berdewam in.
Li gorî amarên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li herêma rojhilat û başûrrojhilatê Anadoluyê li 3 hezar û 800 qadên cuda nêzîkî 850 hezar mayinên bejahiyê hene.
Mixabin heta sala 2021ê jî ji bo rakirina van mayinan ti gavek nehatiye avêtin.”
Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di navbera salên 1984 û 2009an de piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ji ber teqîna mayinan hezar û 269 kesan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 91 kes jî birîndar bûne.
Tirkiyeyê heta niha jî Rêkeftina Ottowayê cîbicî nekiriye
Tirkiyeyê ji bo rakirina mayinan sala 2003yan Rêkeftina Ottowayê ya navdewletî îmze kir.
Li gorî rêkeftinê diviyabû Tirkiye heta 2014an bi çîbicî bikira.
Lê tevî ku di ser rêkeftinê re 20 sal derbas bûne jî heta niha mayin nehatine rakirin.