Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxpoş canê xwe ji dest dabûn de biryareke nû

Li bajarê Amedê beriya 5 salan wesayîteke zirxpoş li otomobîleke sivîl dabû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi hinceta ku wesayîta wan a zirxpoş zirar dîtiye, ji malbata Demîrbaş 250 hezar euro pere dixwaze. Dozger xwest ku ji bo rêjeyên qisûrê bên diyarkirin dosya ji Saziya Tiba Edlî re bê şandin û kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.

04.01.2023, Çar - 12:14

Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxpoş canê xwe ji dest dabûn de biryareke nû
Nuçe Belav bike

Di 19ê Gulana 2017an de wesayîteke zirxpoş li ser rêya Licêya Amedê li otomobîleke sivîl qelibî û di encamê de ji malbata Demîrbaş 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 5 polîsên di nav wesayîta zirxpoş de jî bi sivikî birîndar bibûn.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Licê ve hatî birêvebirin de ajokarê wesayîta zirxpoş ku hatibû desterserkirin, paşê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Herwiha Dadgeha Cezayê Asliye ya Licê jî şoferê otomobîla sivîl Fikrî Demîrbaş ê jiyana xwe ji dest dabû; weke wî xemsariyê kiriye û ew bûye sedema qezayê nîşan dabû.

Di doza qezaya wesayîta zirxî ya berî 5 salan tê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi hinceta ku wesayîta wan a zirxpoş zirar dîtiye, ji malbata Demîrbaş 250 hezar euro pere dixwaze.

Fikrî Demîrbaş bavê 7 keç û kurek bû û sê keçên wî zewicî ne, ligel vê yekê jî dewletê ji mala wan re teblîgatek şandiye û ji wan xwestiye ku wî 250 hezar ewroyî bidin.

Wezaretê bi hinceta ku malbatê pere nedaye serî li 3yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê dabû û xwestib» ku ji bo tazmînatê doz bê vekirin.

5emîn danişîna dozê îro li 3yemîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Amedê birêve çû. lidarxistin.

Dozger xwest ku ji bo rêjeyên qisûrê bên diyarkirin dosya ji Saziya Tiba Edlî re bê şandin û kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û danişîna dozê jî bo 4ê Nîsana 2023yan paş xist.

Li Tirkiyeyê li gorî qanûnên trafîkê aliyê sûcdar ger miribe jî divê zirar û xisara aliyê bê sûc ê li hemberî xwe qerebû bike. Ji ber ku di rapora cendirmeyên trafîkê de Fîkrî Demîrbaş weke ajokar ji sedî sed sûcdar hatiye dîtin, dewlet niha dixwaze vî pereyî ji malbata Demîrbaş bistîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 439 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:52:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x