Duh danê êvarê li kolana Hasîp Dursiyê ya taxa Firatê ya navçeya Mezmaxora Dîlokê, ji ber meseleya xwestina jinan, 2 malbatên ku xizmên hev in bi hev ketin.
Bi zêdebûna aloziyê re malbatan bi çekan êrişî hev kir û Mehmet K. li cihê bûyerê hat kuştin.
Eyup û Muhîttîn K. û Mehmet G. jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadir Yuksel.
Li nexwşxaneyê tevî hewildanên bijîşkan Eyup K. jî mir.
Tîman termê her du birayan ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.
Li derdora taxê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Kolana pevçûn tê de qewimî ji çûnûhatina otomobîlan re hat girtin.
Derbarê bûyerê de 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.