Dîlok: Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta YPGyê hat desteserkirin

Li navçeya Mezmaxorê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya YPGyê” hat desteserkirin.

26.09.2023, Sal - 16:08

Dîlok: Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta YPGyê hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê, li navçeya Mezmaxorê, welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê yê bi navê R.M. bi hinceta “endamtiya YPGyê” desteser kir.

Hat îdiakirin ku “R.M. beriya sala 2018an li Efrînê di nav refên YPGyê de maye.”

Tîman, R.M. ji bo karên îfade wergirtinê bir Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:31:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x