Dîlok: Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê di dema çandina pora xwe de mir

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ji Rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneyeke taybet di dema çandina pora xwe de canê xwe ji dest da.

14.06.2024, Cum - 09:54

Dîlok: Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê di dema çandina pora xwe de mir
Nuçe Belav bike

Welatiyê ji bajarê Til Rifetê yê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Yasîn Dibo (46) ku li Mereşê nîştecih bû, ji bo çandina pora xwe çû nexweşxaneyeke taybet a Dîlokê.

Duh li nexweşxaneyê pora Yasîn Diboyê 46 salî hat çandin.

Lê tê gotin ku piştî çandina porê, Yasîn Dibo li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Yasîn Dibo, termê wî bir.

Hat zanîn ku Yasîn Dibo ji sala 2016an ve li Mereşê dijî û bavê 5 zarokan e.

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:36:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x