Du Dayikên Aştiyê di qezayê de jîyana xwe ji dest dan

Du Dayikên Aştiyê dema ji Wanê vedigeriyan navçeya Geverê ya Colemêrgê di qezayekê de canê xwe ji dest da.

23.08.2023, Çar - 05:39

Du Dayikên Aştiyê di qezayê de jîyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Sosin Akçelîk ji bo îfadeyê bi parêzerên xwe re çûn Wanê.

Ji ber ku dozger ne amade bû wan xwest vegerin Geverê.

Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê 10 kîlometreyan dûrî navçeyê otomobîla wan û barhilgirek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, yên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di encamê de her du dayîkan canê xwe ji dest da û du parêzer jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê parêzerek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û parêzer Cîhan Ozçelîk jî bir Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x