Erdheja Colemêrgê: 29 avahiyan zerer dît

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî 5 erdhej çêbûn û di encamê de 28 xaniyan û axurekî zerer dît.

01.01.2024, Pts - 12:45

Erdheja Colemêrgê: 29 avahiyan zerer dît
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemergê demjimêr 19:37an erdhejeke bi hêza 4,4an, demjimêr 19:52an bi hêza 3,5 û demjimêr 20:06an 4,5 pileyan 3 erdhej çêbûn.

AFADê piştre da zanîn ku demjimêr 01:28an erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan û demjimêr 01:45an erdhejeke din a bi hêza 2,1 pilayan jî çêbû.

Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Di erdhejên li navçeya Geverê de hat tespîtkirin ku 28 xanî û axurek derizîne.”

Li gundê Şitazînê yê Geverê welatiyên ku xaniyên wan derizîn û qelişîn şeva borî li derve man.

Welatiyê bi navê Cafer Kartal anî ziman:

“Gelek cihên xanî derizîne û me ji neçarî xanî vala kir. Me zarokên xwe derxistin derve û em şeva borî li derve man.

Xaniyê me duqatî ye û metirsiya hilweşînê heye, ji ber wê jî me ji neçarî vala kir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x