Erdheja Mereş: Hejmara miriyan 12 hezar kesan derbas kir

AFADê hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.

09.02.2023, Per - 05:56

Erdheja Mereş: Hejmara miriyan 12 hezar kesan derbas kir
Nuçe Belav bike

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Herwiha ji ber erdhejê gelek kes jî bûne qurbanî û bi derxistina kesên sax û mirî, hejmara mirî û birîndarên erdhejê jî kêlî bi kêlî zêdetir dibe.

AFADê îro Pêncşemê saet 03:00 amareke nû derbarê erdhejê de aşkere kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x