Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku bi biryara UNESCO’yê li hemû cîhanê tê pîrozkirin, em careke din daxwaz dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî yê nêzî 30 mîlyon Kurdên li Tirkiyeyê ne, bên rakirin, li qadên giştî bi awayekî azad bê bikaranîn, zarokên Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdehiyê bibînin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkî.
Em zimanên cuda wekî bîr (hafıza), mîrateya hevpar û dewlemendiya mirovahiyê dibînin.
Zimanê Kurdî ku yek ji dewlemendtirîn zimanên cîhanê ye, weke çîmentoya yekîtiya Kurdan, gelê mezopotamya yê qedîm, dergûşa şaristaniyê û avaker û hilgirê dîrok, çand û nirxên netewî yên Kurdan, beşeke dewlemend a çanda kolektîf a mirovahiyê ye.
Em wek HAK-PAR, hewldanên ji bo asîmîlekirina zimanê kurdî, ku ev 100 sal in di çarçoveya siyaseta ankronîst a îmhayê ya li ser kurdan de tê meşandin, wek binpêkirina mafên herî bingehîn ên mirovahîyê û wek hovîtîya ku armanca wan ji holê rakirina bîra hevpar û çanda hevpar a mirovahiyê ye, dibînin.
Em hemû sazî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên xwe yên ku tevî hemû qedexe û astengiyan, bi bedelên giran bi axaftin, nivîsandin û xwendina zimanê xwe yê zikmakî li berxwe didin û diparêzin, pîroz dikin û her kesê ku bi lorîn, klam û çirokên xwe kurdî diparêze, bi hişmendiya herî girîng ku hebûna me ya neteweyî ye, pîroz dikin.
Weke HAK-PAR, ji bo ku zimanê kurdî yê ku li gel polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê jî maye û heta roja me ya îro maye, di qada giştî de cihê xwe yê rast bigire em ê têkoşîna xwe bidomînin.
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê