HAK-PAR: Di 79emîn salvegera ragihandina wê de Komara Mehabadê ronahî dıde me

21.01.2025, Sal - 11:24

HAK-PAR: Di 79emîn salvegera ragihandina wê de Komara Mehabadê ronahî dıde me
Nuçe Belav bike

Îro 79mîn salvegera ragihandina Komara Kurdistanê, Mehabadê ye ku di 22ê Çileya sala 1946an de hatibû damezrandin.

Komara Kurdistanê ya ku ji aliyê Qazî Mihemed ve li meydana Çarçira bi teşwîq û piştgiriya Yekîtiya Sovyetan hatibû ragihandin, mîraseke mezin ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re hişt. Ew di sala 1947an de ji aliyê rejîma Şahê Îranê ve hat hilweşandin.

Rejîma Şah ku di 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê Serokê Kurdistanê Qazî Mihemed, Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Xan Seyfî Qadî îdam kir, demek dirêj dom nekir û nekarî di zilma xwe de xeniqîne.

Rejîma meleyan ya paşverû û antî-kurd ku îro  rojhilatê Kurdistanê di bin esaretê de digire, wê nikaribe temenê xwe dirêj bike, ew jî wek rejima  Şah di xwîna ku dirijîne de bixeniqe.

Rejîmên mêtinkar nekarîn têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bikin. Şerê azadiya Kurdistanê berdewam dike û bê guman wê serkeftinê bi dest bixe.

Agirê azadiyê ku şehîdên Komara Kurdistanê bi hembêzkirina nirxên bêhejmar, bi taybetî Ala Rengîn ku îro li Başûrê Kurdistanê bi azadî li ba dibe bi sirûda neteweyî ya Kurd ''Ey Raqîp'' ve, her dem geş bibe.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:11:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x