Hak-Par di referandumê de dibêje: Na

Serokê HAK-PAR ê Refik Karakoç: Ji bo me kurda tişta herî girîng heyîna demokrasiyê ye.Ji bo me sistemek demokratik girnge. Sistema parlementeriyê yan ya serokatiyê ne girînge.Em dixwazin herdu system jî demokratik bin.

20.02.2017, Pts - 16:21

Hak-Par di referandumê de dibêje: Na
Nuçe Belav bike

Serokê Partiya Maf û Azadiya HAK-PAR, Refîk Karakoç helwesta partiya xwe di referandumê de eşkere kir.

Refik Karakoç da xûyakirin ku partiya wan di referandumê de bêjin NA.

Karakoç dibêje: Destura nû mafên gelê kurd û gelên din nasnake û nayêxe di bin demana destûrê de.

Serokê HAK-PARê dibêje: Ji bo me kurda tişta herî girîng heyîna demokrasiyê ye.Ji bo me sistemek demokratik girnge. Sistema parlementeriyê yan ya serokatiyê ne girînge.Em dixwazin herdu system jî demokratik bin.

Pirsekî de hate gotin ku, HDP, CHP û Partiya Niştimanî di eniya NA de cih digrin , ev yek we aciz nake?

Karakoç bersiva xwe de dibêje: Na tu aciziya me tuneye. Sedemên ku ew dibêjin Na û sedemên em dibêjin Na ji hev cûdane. Em dibêjin her 4 madeyên ewil yên ku heyina kurda inkar dikin bila rabin. Lê ew vê nabêjin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1464 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x