HAK-PAR: EM ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELEBÇÊ BI RÊZDARÎ BI BÎRTÎNIN

HAK-PAR; "Ev komkujî encama bêdewlet û bêstatû hîştina gelê Kurd ji aliyê dewletên emperyalîst a piştî Şerê Cîhanê Yekem bû..."

14.03.2024, Per - 17:27

HAK-PAR: EM ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELEBÇÊ BI RÊZDARÎ BI BÎRTÎNIN
Nuçe Belav bike

Partiya Maf û Azadîyê (HAK-PAR), bi boneya salvegera Komkujîya Helepçeyê daxûyanîyek bibîranî. Daxûyanîya HAK-PARê wihaye:

"Di 16’ê Adara 1988’an de, li ber çavên hemû cîhanê, rejîma Seddam a kolonyalîst û nîjadperest bi bombeyên kîmyewî yên ku tê de gaza Xerdel û Sarîn a bi bêhna sêvê ya kujer, bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

7 hezar Kurdên ku tenê sûcê wan 'Kurdbûn' bû, ji ber gazên kimyewî jehrdarî bûn jiyana xwe ji dest dan.

Ev jenosîd beşek ji Operasyona Enfalê bû ku ji aliyê rejîma Baas a kolonyalîst ve ji bo bi giştî tunekirina kurdan dest pê kir û bû sedemê jiyana derdora 200 hezar kurdan.

Ev komkujî encama bêdewlet û bêstatû hîştina gelê Kurd ji aliyê dewletên emperyalîst a piştî Şerê Cîhanê Yekem bû.

Qêrîna kesên ku di vê qirkirinê de şehîd bûne ji hemû cîhanê re careke din ragihand ku gelê Kurd hebûna xwe di bin tehdîdê de be jî, dest ji azadiya xwe bernade.

36 sal in ku her roja 16ê Adarê ji birîna Helebçeya ku 'bêhna sêvan jê tê' xwîn diherike û tevahiya Kurdistanê xwîn digirî...

Şîna Helebçeyê, miletê Kurd bi hişmendiya netewî zindîtir dike ji bo ku azadî çarenûsa xwe bi destê xwe pêk bîne.

Weke HAK-PAR em kesên ku di operasyonên Helebçe û Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em careke din barbariya kolonyalîst şermezar dikin."

16 Adar 2024

ÇAPEMENIYA HAK-PARÊ

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x