HAK-PAR: Pirsgirêka Kurd tenê ji PKK'ê pêk nayê

Lijneya Serokatiya HAK-PARê daxuyanîyek li ser peyama Abdullah Ocalan belav kir.

28.02.2025, Cum - 20:10 [ Güncellenme: 28.02.2025, Cum - 20:12 ]

HAK-PAR: Pirsgirêka Kurd tenê ji PKK'ê pêk nayê
Nuçe Belav bike

Banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû ’’Rêveberê terorîst ê ku dema anîn Tirkiyeyê got 'Ez ji her cure xizmetê re amade me' bila bi awayekî yekalî îlan bike ku teror qediyaye û rêxistina xwe ji hev belav bike, di dawiyê de bersiva wergirt.

Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de got, '...Kongreya xwe bicivînin û ji bo entegrasyona bi dewlet û civakê re biryaran bidin; “Divê hemû grûp çekên xwe deynin û PKK jî xwe ji nav bibe.

Ocalan di peyama xwe de got, netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî, ku encamên pêwîst ên xirecira netewperestiya tund in, nikarin bibin bersiv ji sosyolojiya civaka dîrokî re û destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê 30 milyon Kurd ji bo mafên xwe yên herî rewa û kolektîf dev ji têkoşîna xwe berdin û teslîmî dewleta kevneşopî bibin.

Kesên ku Ocalan nas dikin, ji destpêkê ve ji bilî xizmeta dewletê helwesteke din ji wî hêvî nedikirin. Ji heçî kesên ku îradeya xwe bi Öcalan ve girêdidin re tiştekî bête gotin tune!

Em wek HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku dawî li şerê çekdarî yê ku di bin serokatiya Öcalan de ji aliyê PKKê ve tê meşandin û tasfiyekirina PKKê bi xwe wê gelê kurd kêfxweş bike.
Tasvîyekirina vê rêxistina ku ev çil sal in bi hevkarî û bi şerên lihevkirî yên ku xizmeta siyaseta dij-kurd kiriye û bi dehhezaran xortên kurd daye telefkirin, û bi taybetî jî bi amadekirina zemîna koçberiya bi milyonan kurdan û rê vekiriye ji bo çêbûna gelek karesatan, dê bi xêr be.

Lê divê yên ku Tirkiyeyê îdare dikin baş bizanibin ku pirsgirêka kurd ne tenê ji PKK pêktê.

Têkoşîna Kurdan a ji bo mafên xwe yên rewa bi tasfiyekirina PKK’ê jî bi dawî nabe.

Heta ku tasfiyekirina PKKya ku adana xwe ji dij-kurdbûna dewletê û siyaseta wê ya xitimandina pirsgirêka kurd dixwe, pêk were jî, pirsgirêka kurd dê her tim di rojeva Tirkiyê de bimîne.

Divê ev pirsgirêk muhaqeq bi awayekî adilîne bê çareserkirin.

Kurd bi hezar salan li ser axa xwe dijîn û xwedî çandeke dewlemend û kevneşopiya têkoşîna bi sebir in.

Mafê herî xwezayî, însanî û rewa yê kurdan e, ku li Tirkiyeyê wek miletekî kevin û bi nifûsa xwe ya derdora 30 milyonî ye, bi gelê tirk re di şert û mercên wekhev de bijîn.
Divê Tirkiye li gorî pêkhateya xwe ya pirneteweyî, pirçandî bi awayekî federal ji nû ve bê avakirin û pirsgirêka kurd li ser esasê wekheviyê bi awayekî adil bê çareserkirin. Divê kurdî li gel tirkî wek zimanê fermî bê qebûlkirin û perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn.

Em wek HAK-PAR bang li hemû welatparêzan dikin ku li hember lîstok û xefikên bi vî rengî yên îro û siberojê bên kirin, gelê xwe hişyar bikin û ji bo mafên xwe yên rewa têkoşîna xwe bikin yek.28 
Sibat 2025

Partiya Maf û Azadiyan
Lijneya Serokatiya HAK-PARê

Vî nûçeyê tevayî: 731 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:37:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x