Hereketa Azadî û HEZKURD sedrana partiyên siyasî dikin

Li Tirkiyê di heyama ku ji aliyê deshlat û opozîsyonê ve behsa guherîna destûrê tê kirin û xebatên bijartina dersên Kurdî berdewam dikin, Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin. Mijara serdanan Fermîbûna zimanê Kurdî û statûya Kurdan di destûra nû de ye.

16.01.2023, Pts - 10:59

Hereketa Azadî û HEZKURD sedrana partiyên siyasî dikin
Nuçe Belav bike

Şandeya ku ji Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî û Kordînatorê giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan pêk tê, îro 16.01.2023 li Enqerê dê serdana Partiya Dengê Tirkiyê (SES PART), Partiya DEVA û HUDAPARê bikin. Sibê Sêşemê jî dê serdana partiya Pêşerojê û HDPê bikin.

Amadekariyên destura nû, dersên bijarde yên Kurdî, di destûrê de statûya Kurdan û naskirina zimanê Kurdî û geşedanên di siyasetan navxweyî ya Tirkiyê de mijarên sereke yên van serdanan e.

Tê çaverêkirin ev şandeya HEZKURD û Hereketa Azadî li gel şêwirmendên serokomarê Tirkiyê Erdogan jî li ser heman mijaran hevdîtinekê pêk bînin, her wiha bi Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî re jî rûnin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:48:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x