Hevdîtina serokê herêma Kurdistanê ya li gel wezîrê berevaniya Brîtanya

Duh hevdîtina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî ya li gel wezîrê berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon pêkhat.

13.02.2017, Pts - 07:42

Hevdîtina serokê herêma Kurdistanê ya li gel wezîrê berevaniya Brîtanya
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniya hate dayîn waha ye:

Roja yekşem 12.02.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û John Sharp Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr û General û hejmarek şêwirmendên artêşê û Wezareta Berevaniya Brîtanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Brîtanya ji bilî bilind nirxandina rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstan pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge li Serok Barzanî kir û pirse û serxweşiyên xwe jî ji bo kesukarên şehîdên Pêşmerge ragihand. Her wiha piştevaniya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge dûpatkir.

Her li vê hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û her du alî nêrînên xwe yên di derbarê qonaxa piştî DAIŞ û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevpeymanan, her wiha dabînkirina asayîş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa xisterû.

Li vê civînê de her dû alî pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê hebû û şanda mîhvan tekez li ser girîngiya berdewambûna wê hemahengiyê kir.

Rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya emnî û siyasiyên Sûriye mijareke dinê vê civînê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x