Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

30.01.2025, Per - 17:58

Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Nuçe Belav bike

Heyeteke Partîya Demokrat a Kurdistanê -Tirkîye (PDK-T) roja 30.01.2025ê, seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta PDK-Tyê ji Cîhgirên Serokê Giştî  yê PDK-Tyê Ozan Kardaş, M. Şîrîn Ozbek û Bêrîvan Dal, Serokê Teşkîlata Amedê ya PDK-Tyê Îbrahîm Çapa pêk hatibû.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê M.Can Azbay û Vahît Aba û endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê  Nurullah Tîmur, M.Alî Yilmaz,  Mîrza Akar û rêvebirên PWKyê pêşwazîya heyeta PDK-Tyê kirin.

Heyetên PWK û PDK-Tyê di derbarê rewşa îro ya Kurdistanê û  herêmê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin û bi taybetî, pêwîstîya hevkarîya hêzên sîyasî yên Kurdistanî anîn zimên.

Hevdîtin di atmosfereke germ û dostanê de derbas bû û herdû alîyan jî daxwaz û girîngîya berdewamiya hevdîtin û peywendîyên herdu alîyan anîn zimên.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:43:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x