Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin

Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê (PWK) Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin

10.02.2024, Cts - 10:41

Heyetên Partîya Welatparêzên Kurdîstanê Li Mêrdînê Seredanê Partîyên Sîyasî û Sazîyan Dikin
Nuçe Belav bike

Şandên Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di rojên 08-09/02/2024 an de li Qoserê bi şandekê seredana hinek partîyê sîyasî, komele û sazîyên sivîl û meslekî kirin.

Şandên PWKyê, ji bo danasîn û pêşkêşkirina sîyaseta PWKyê ya ) di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê ku bi şîara “werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re birêvebivin” bi tirkî û kurdî( kurmancî, kirdkî-zazakî, li gel bername û deklerasyona PWKyê pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin.

Di roja 08/02/2024an de bi şandeke kû ji endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ, rêvebirên PWKê Omer ERDEM û Osman ÇEPER pêk hatibû, bi Serokê Partîya GELECEK ya Navçeya Qoserê Emin AYDIN, Serokê Partîya HAK-PAR (Partya Maf û Azadîyan) ya Navçeya Qoserê Ramazan İlhan û bi Serokê CHPyê yê Navçeya Qoserê İsmail YAMAN û bi rêvebirên van partîyan re hevdîtin pek anîn.

Di roja 09/02/2024 an de şanda PWKyê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran ACAR, endamên Meclîsa Partîyê ya PWKyê M. Nezîr GELERÎ û Nûrettîn KILIÇ pek hatibû, serdana Serokê Komelaya Muxtarên Qoserê Hatîp ŞERAN , Serokê Odeya Hunerkar û Esnafam ya Qoserê(Esnaf ve Sanatkarlar Odası), Serokê Partîya DEVA(Demokrasî ve Atılım Partisi) ya Qoserê Mehmet BIÇAK û Serokê Komele ya Cotkaran Mîkaîl ERBEY re hevdîtin pek anîn.

Di her du hevdîtinan de jî revebirên PWKyê helwest û proja kû PWKyê di derbarê hilbijartinên herêmî yên 2024ê de dîyar kiribû, bi nivîskî pêşkêşî alîyên peywendîdar kirin û bi awayekî giştî helwesta PWKê di derbarê tifaqên mîlî demoqrat û Kurdîstanî pênase kirin.

Berpirsên partîyê sîyasî, komele û sazîyan ji ber van seredanan kefxweşî û spasîyên xwe pêşkêş kirin, gilî û gazincên xweyî bê hevkarîyê û bê tifaqîya Kurdan anîn zimên.

Di van hevdîtinan de dîyar dibe ku, pêwîstîyeke mezin bi dîyalog û danû stendinên di navbeynan partîyên sîyasî û saziyan de heye.

Serdanên şandên PWKyê yên li Mêrdînê berdewam dikin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:26:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x