HPG û artêşa Tirkiyeyê bîlançoya şer belav kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Herêma Kurdistanê di nava 24 seetên borî de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin. Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê got ku di şer û pevçûnan de 4 gerîlayên PKKyê jiyana xwe ji dest daye.

15.09.2023, Cum - 11:51

HPG û artêşa Tirkiyeyê bîlançoya şer belav kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya HPGyê ya duh, li herêmên Metîna, Zap û Xakurkê yên Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

HPGyê destnîşan kir ku di 14 êrişên ku gerîlayan li gelek deverên Herêma Kurdistanê pêk anîne de 12 leşker hatine kuştin.

HPGyê da zanîn ku derb li 2 balafirên şer jî hatiye xistin.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî 11ê Îlonê ragihandibû ku di çend erişên esmanî û bejayî yên li Herêma Kurdistanê de 4 gerîlayên PKKyê jiyana xwe ji dest daye.

Bîlançoya şerê li Başûrê Kurdistanê

Tirkiyeyê 18ê Nîsana 2022yan, li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê êriş dabû destpêkirin.

Li gorî amarên HPG û artêşa Tirkiyeyê bîlançoya şerê ku ji Nîsana 2022yan ve li Başûrê Kurdistanê berdewam e dike bi vî awayî ye:

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku heya niha 703 gerîlayan canê xwe ji dest daye û 105 leşker hatine kuştin.

Li aliyê din, HPGyê diyar kir ku 3 hezar û 180 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 386 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x