Li gor agahiyan ligel barîna berfê û pûkê bayekî bihêz jî li Meletî û Sêwazê destpê kiriye. Ji ber wê yekê rêya navber navçeyên Kangal û Hekîmxan ên Meletî û Sêwazê hatiye girtin û çûn û hatina otomobîlan rawestiya ye.
Herwiha ji ber berfa ku hêj dibare, otomobîlên ji Meletî ber bi Sêwazê diçûn li navçeya Hekîmxanê hatine sekinandin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) Dêrsim, Amed û Şirnex jî di nav de ji bo 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê daye û dibêje şeva 1 bo 2ê Sibatê dê berfeke zêde bibare.
Li gor daxuyaniya AFADê li cihên bilind ên 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê 2ê Sibata 2023an zêdeyî 20 santîmetre berf bibare û li beramber aşûtê divê welatî hişyar bin.