Ji ber herifîna axê rêya Wanê û Colemêrgê hat girtin

Rêya di navbera parêzgehên Wanê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber herifîna axê hat girtin.

12.04.2023, Çar - 14:27

Ji ber herifîna axê rêya Wanê û Colemêrgê hat girtin
Nuçe Belav bike

Ji ber baranbarîna ji doh ve berdewam dike, axa kaşê dikeve ser rêya di navbera Wanê û Colemêrgê de herifî, bi wê sedemê îro 12ê Nîsanê ev rê li çûn û hatinê hat girtin.

Li gor agahiyan tîmên vekirina rê dest bi pakkirinê kirine. Lê gelek otomobîl di rê de asê mane û li bendêne ku rê bê vekirin ku rêwîtiya xwe berdewam bikin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ku di nav de Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnex hebûn hişyariya ba û bahozê dabû û li gor zanyariyan dê li cihên bilind ên herêma Serhedê jî berf bibare.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x