Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

Ji bo parêzgehên Sêwaz, Erzingan, Dêrsim û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barane hat dayîn.

23.10.2023, Pts - 09:36

Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Sêwaz, Erzingan, Dêrsim û Erziromê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku îro li van 4 bajaran baraneke gur dibare û li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî hewa ewrawî ye lê baran nîne.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pileya germê li gorî şertên demsalê di asta asayî de ye.

Îro pileya germê li Erziromê 17, li Qersê 18, li Meletiyê 24, li Wanê 17, li Amedê 25, li Dîlok û Rihayê 28 û li Sêrtê 28 e.

Li Tirkiyeyê jî tenê li hinek bajarên Herêma Deryaya Reş û Herêma Anatoliyaya Navîn baran heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:54:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x