Ji bo axaftina ser têlefonê derdikevin 'serê gir'

Li Kaşdîbiya mezraya ser Degirmitaşa gundê Korkûta navçeya Mûşê, ji ber ku xetên GSMê nakşînin, welatî di sar û sermayê de bo bi têlefonê biaxifin mecbûrî derdikevên serê girên li herêmê

10.01.2017, Sal - 05:43

Ji bo axaftina ser têlefonê derdikevin 'serê gir'
Nuçe Belav bike

Li Kaşdîbiya mezraya ser Degirmitaşa gundê Korkûta navçeya Mûşê, ji ber ku xetên GSMê nakşînin, welatî di sar û sermayê de bo bi têlefonê biaxifin mecbûrî derdikevên serê girên li herêmê.

Niştecihên mezraya ku 60 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji ber ku li herêmê xetên GSMê nakşînin dikevin zorê.

Niştecihên herêma ku lê bilindiya berfê gihîşt metre û nîvekê û germahî di bin sifirê de 15 pile ye, herçiqas talûke be jî ji bo axaftina ser têlefonê derdikevin serê girên li herêmê.

Muxtarê gund Cevdet Taşdemîr ji rojnamegeran re daxuyand ku bi salan e li herêmê ev pirsgirêk heye, wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi dehan caran serî lê da lê negihîştin tu encamekî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x