Ji ciwanên Kurd jibo referandûmê meşek girîng

Ciwanên kurd ji bo piştgirîyê bidin referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê dê ji Tirkiyeyê û bajarên Kurdan bimeşin Hewlêrê. Meş bi pêşengîya Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) di 11 Îlonê de dest pê dike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamantoya Herema Kurdistanê bi dawî bibe.

04.08.2017, Cum - 09:31

Ji ciwanên Kurd jibo referandûmê meşek girîng
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera Spûtnîk'ê de cih digire tê gotin; Ji bo referandûma serxwebûna Herema Kurdistanê her roj diçe piştgirîya partî û saziyên Kurd zêde dibe. Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku li bajarên kurdan bi rêxistinkirîne ji bo piştgirîya referandûma serxwebûnê biryara meşek dirêj girt. Berdevkê CNKê Jiyan Timurtaş ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û di derheqê armanc û naveroka meşê de agahî dan. Timurtaş diyarkir ku armanca wan ji bo piştgirîya referandumê ye û dixwazin weke kampanyekê tevlî xebatan bibin. Timûrtuş anî ziman ku dixwazin bi meşê peyamek bidin kesên ku li dijî referanduma serxwebûnê ne.


Timurtaş ragihand ku meş di 11ê Îlonê de li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl dê destpêbike û di 23 Îlonê de li Hewlêrê li ber Parlamantoya Kurdistanê dê bi dawî bibe. Timurtaş ev agahî dan: "Ji bilî piştgiriyê em weke xebata kampanyeya referandûmê vê meşe li dardixin û em bi canê xwe li vê biryarê xwedî derdikevin. Dema meşê navber bi navber dê siyasetmedarên Kurd yên navdar jî piştgirî bidin. Em ê bi sed kesî destpêbikin û heta Hewlêrê bimeşin. Piştî meşê em ê li ber parlamantoyê daxuyanî bidin û referandûm bi encam bibe em ê li wir bin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:26:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x