Jinek piştî 103 demjimêran bi saya segê xwe rizgar bû

Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, jineke 35 salî bi saya segê wê piştî 103 demjimêran ji erdhejê hat rizgarkirin.

10.02.2023, Cum - 13:49

Jinek piştî 103 demjimêran bi saya segê xwe rizgar bû
Nuçe Belav bike

Îro 10ê Sibata 2023ê li Kolana Ataturk ya Hatayê tîmên rizgarkirinê, li ser avahiyekê bang kirin û gotin; “Hûn dengê me dibihîsin?”, li ser dengê tîmên rizgarkirinê segekî bersiva wan da û kire ewt ewt.

Tîmên rizgarkirinê piştî dengê seg bihîstin li avahiya 6 qatî karê rizgarkirinê zêde kirin. Di encama xebatan de piştî 103 demjimêran ji erdhejê segê bi navê “Venus” û jina bi navê Duygu ya 35 salî ji bin kavilên avahiyê bi saxî hatin rizgarkirin.

Duygu ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat rizgarkirin. Seg jî li cihê bûyerê hat dermankirin.

Di roja çaremîn ya erdhejê de li parêzgehên Riha, Kilîs û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat heta niha berdewam in û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 18 hezar û 991 kesan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x